Sevim Hatun
03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
DİYARBAKIR
Endamên hin eşîrên kurda li xaniyekê Taxa Yarimkaşa ser navçeya Çinara Diyarbekirê hatin bal hev, piştî şîvê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Endamên eşîrên kurdan îdiaya Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê, Albayê teqawîtbûyî Hasan Atîlla Ugur ê wekî "îngilîzan, deynê eşîrên kurda daye" derewandin.
Reşît Akiciyê ku li ser navê eşîra Metînan xeberda got ku dixwazin bi van îdiayên xwe peyaman bigihînin hin cîhan. Akici wiha dewam kir: "Me heta îro ne xwe firof îngilîzan ne jî fransizan û e mê xwe nefiroşin jî." Akici got bi van derewên xwe dixwazin peyama "Werin bikevin nav eşîrên li rojhilat û başûrê rojhilatê, bikevin nava wan, pere bidine wan, hûn karin wan bi pereyan bistînin" bidin sîxurên îngilîzan.
Akici wiha dewam kir:
"Dixwazin Tirkiye û eşîrên kurda bînin hemberî hev du. Li ser rûmet û hestên van însanên pak dilîzin. Mafê kesî tune bi rûmeta evan însanan bilîze. Divê kes nekeve nava dewlet û van eşîran, jixwe ew ê nikaribin bikevinê jî. Me heta îro ne xwe firot îngilîzan ne jî fransizan û emeê xwe nefiroşin jî. Divê Atîlla Ugur jî Dogu Perînçek jî bi vê yekê baş bizanibin. Bila ew herin, bazariyên ku di sala 1991ê da bi Abdullah Ocalan ra hatibû kirin dîsa bikin."
-Em ê serî li Serdozgeriya Komarê bidin
Akici got ku li Enqereyê bi 56 endamên eşîran ra hatine bal hev, ew ê roja duşemiyê dîsa li Enqereyê bên bal hev û serî li Serdozgeriya Komarê bidin.