Günay Nuh
17 Gulan 2022•Rojanekirin: 21 Gulan 2022
Li Posofa navçeya Erdexanê ku girên wê bi berfê çîl spî dikin mêrg bi gul û çîçekan xemilîne.
Berfa li ser gir û çiyayên navçeya cîranê Gurcistanê ye hej neheliye lê çîçekên reng rengî yên mêrgên navçeyê xemilandine dîmenên xweş radixin pêş çavan.

Şaredarê Posofê Cahît Ulgar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçe bi sirûştiya xwe va ji cihên xweş ên Anadoluyê yek e.

Ulgar destnîşan kir navçe ji ber li herî bakurê rojhilatê welêt dikeve zêde nayê zanîn û wiha domand: "Îsal zivistan her çiqas dirêj bû jî êdî bihar hat û çar alî hêşîn bû. Mirov dixwazin werin navçeya me ya li çar aliyên wê gul û çîçekan vekiriye, bibînin. Em bi taybetî ji bo ev xweşiyên li vê derê bên zanîn herkesî vexwendî vê derê dikin."

Ulgar got ku di payîzê da dar û devî û nebatên li navçeyê wê rengrengî bibin.