Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu wiha got: - "Wexta ku min jê re (Selahettîn Demîrtaş) got, 'ezê ji te re nebêjim Selahettîn', wî jî gotin guhest û got, 'ev nav heciyê kalikê min li min kiriye'. Kalikê te ew nav bi niyeteke xalis li te kiriye, lê te îxanet ji wî navî re kir. Te hewl da wê Kebeya ku kalikê te çûyê bi Taksîmê re muqayese bikî. Pêşiyê hurmeta xwe nîşanî heciyê kalikê xwe, dîn û îmana miletê xwe bide û dû re derkeve hizûra xelkê."
Serokwezîr Davutoglu li Erdexanê beşdarî mitînga partiya xwe ya li ser Kolana Kongreyê bû û li vir ewil slav da gel û paşê axivî.
Davutoglu di axaftina xwe de diyar kir ku ewê bajarê Erdexanê bikin bajarekî wisa ku ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wisa dê ji bo herêma Qefqas, Xezer û Behra Reş jî bibe bajarekî girîng.
Davutoglu di axaftina xwe de destnîşan kir ew hewl didin ku di demeke nêz de rêhesina Qers-Tiflîs û tesîsên wê yên îkmalê temam bikin û ew wisa plan dikin ku ev xebat heya dawiya salê kuta bibin.
Serokwezîr Davutoglu qala gotinên Serokê giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu yên, "Ez ji kar û baran fêm dikim" kir û wiha xeberda:
"CHPyê hilde û li HDPyê, HDPyê jî hilde û li CHPyê xe heman deng jê dertê, teq teq, ev dengê cêrê vala ye. Yek çîrokan dibêje û yê din jî ji van çîrokan tehrîkan derdixe.
Dibe ku hin kes bixwazin bi polîtîkayên nasnameyê yên virda wêda va Tirkiyeyê perçe bikin. Lêbelê heke ku AK Partî û xelkê Erdexanê yên ku piştgiriya xwe didin AK Partiyê hebin, wê çaxê bira hemû dinya bizanibe ku Erdexan yekdeng e, Tirkiye yekdeng e.
Wexta ku min jê re (Selahettîn Demîrtaş) got, 'ezê ji te re nebêjim Selahettîn', wî jî gotin guhest û got, 'ev nav heciyê kalikê min li min kiriye'. Kalikê te ew nav bi niyeteke xalis li te kiriye, lê te îxanet ji wî navî re kir. Te hewl da wê Kebeya ku kalikê te çûyê bi Taksîmê re muqayese bikî. Pêşiyê hurmeta xwe nîşanî heciyê kalikê xwe, dîn û îmana miletê xwe bide û dû re derkeve hizûra xelkê."