19 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
KARS
Li Sûsiza navçeya Qersê Gola Aygirê ya li ser kevirên volkanîk e û gelek çivîk lê dijîn li benda geştiyar û ziyaretvanan e.
Gola Aygirê ya li ser rêya Qers-Goleyê ye li qadeke qederê 3 hezar mêtroqere cî digire. Gol li ser kevirên volkanîk e û 50 kîlomêtro jî dûrî Gola Çildirê ye.
Di binê golê da çavkaniyên ava şirîn hene û biharê piştî berf dihele ava golê zêde dibe.
Li golê qaqlîbaz û gelek cureyên werdekên beyanî dijîn û ji bo masîgiriyê jî dereke xweş e.
Gelek gavan û şivanên li herêmê jî heywanên xwe tînin ber golê û av didin.
Murat Doganayê Midûrê Şaxa Qersê ya Mîdûriyeta Herêma 13emîn ya Karên Av û Daristanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Gola Aygirê zivistanê bi temamî cemed digire û wiha got: "Cemeda golê ji binî va dihele. Dema dihele ji ber dengê derdikeve jê ra gotine Gola Aygirê."
Doganay destnîşan kir gol dereke avî ye û wiha got: "Ji hêla tûrîzmê va destînasyon heye û tê plankirin xebatên curbecur bên kirin."
Reşît Ugranê wênekêşê amator diyar kir gol tesîreke mezin li însanan çêdike û wiha got: "Gol gelekî xweş e. Di nav çiyayan da ye û lê gelek çivîk hene. Ji hêla biyolojîk û ekolojîk va biqîmet e. Divê li vir tûrîzm pêş bikeve."