İbrahim Atmaca
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
KARS
Gola Çildirê ku di nava sînorê Qers û Erdexanê da ye û zivistanê rûyê wê bi temamî diqerime, rastî eleqeya turîstên xwemalî û biyanî tê.
Qalindahiya qerma wê cî bi cî di navbera 30 û 50 santêmî da ye û turîst ji xwe ra ser cemedê digerin û li xizekên hespan siwar dibin.
Turîst û wênekêşên amator li ser Gola Çildirê ji xwe ra gelek wêne kişandin.
Dursun Alî Demirogluyê ku ji Rîzeyê hat, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî Gola Çildirê pir eciband û ew li ser cemeda golê geriya û xizekên hespan siwar bû.
Ji turîstan Tulay Parlakê jî got ku ew betlaneya xwe li Gola Çildirê derbas dike û li Qersê kêfxweş e û wiha dewam kir: "Ez cara ewil têm ser Gola Çildirê, ji qasî ku min hêvî dikir gelek xweştir e. Pir sar e lê min pir eciband. Me timî di wêneyan da didît, lê ji wêneyan xweşiktir e. Em li ser xizekê geriyan û pir xweş bû. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku werin vê derê bibînin."