Ahmet Okur
14 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2021
Gola Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê ku gola herî mezin a krater ya Tirkiyeyê ye bi rengên payîzê xemilî.
Gola Nemrûdê ya ku raqima wê 2 hezar û 250 ye, ji hêla nebat, heywan, şikeft, golên sar û germ va cihekî gelekî dewlemend e û her demsal mazûvaniya turîstan dike.
Gola Nemrûdê di çarçoveya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempabûnê" sitandiye ku van rojan ji ber payîzê rengên dar û beran zer bûye û gelek kesên ku dixwazin wêneyan bikşînin tên herêmê.
Wênekêş Fatîh Bîlgîç ji nûçegihanê AAyê ra got ew ji bo wêneyan bikşîne hatiye vê derê.
Bîlgîç anî ziman ev der her demsal xweş e û wiha axivî: "Bi hatina payîzê rengê dar û beran kesk, hêşîn, sor û zer bûne. Divê her kes bê û vê derê bibîne, cihekî siruştî ye. Derfeta me heye ku em hemû aliyên golê wêneyan bikşînin. Ji gelek bajaran û dervayî welêt ziyaretvan tên vir."