Abdullah Tel
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Heywandarên li Qersa ku zivistan, sir û seqem lê bi zor û zehmetî derbas dibe piştî 6 mehan pez û dewarên xwe ji gom û tewleyan derxistin û berî mêrga dan.
Li Kuyucaka gundê ser navçeya Arpaçayê piştî helîna berfê der û dor jî hêşîn bû û heywandarên li gund bi şênbûna dinyayê gelekî şa bûn.

Kar û barê welatiyên li gund cotkarî û heywandariyê dikin bi saya şênbûna deşt û zozanan piçekî kêm bû. Lewra serê sibehê dema ku radibin berê xwe didin gom û tewleyan, pez û dewarên xwe berî derva didin.
Ji xwediyên heywanan Hîkmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku zivistan li Qersê bi zor û zehmetî derbas dibe û wiha pê da çû: "Zivistana 6 mehan dewam kir, qediya. Îsal baran jî xweş barî. Niha mesaiya me ya ji ber zivistanê ya ku 6 mehan dewam kir jî qediya û êdî karê me yê li mêrgan dest pê kir."