Haydar Şahin
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Cafer Canşiyê xêrxwaz ê ji Agiriyê diçe gundên dûr bi komî rojbûna zarokan pîroz dike û pasteyê bi wan dide xwarin.
Li herêma zivistana wê bi zor û zehmetî derbas dibe Cafer Canşiyê bi alîkariya xêrxwazan kincên zivistanê û solan li zarokên gundan belav dikir vê carê kampanyayeke nû ya berpirsyariya civakî nîşan dide da destpêkirin
Canşî di vê çarçoveyê da pasteyan dide hazirkirin bi meneya organîzasyona rojbûna zarokan dibe gundan û bi xwendekaran dide xwarin.
Canşî pasteyên mezin yên daye hazirkirin û pêlîstokan li wesayîta xwe bar dike dibe gundên dûr û li xwendekaran belav dike.
Canşî bi pasteya li ser "Rojbûna we pîroz be zarno" hatiye nivîsandin hilda û çû Dibistana Seretayî ya Gozlîceya Jêrîn a gundê 18 kîlomêtre li dûrî Xamurê, ji xwendekaran ra paste jê kir û bi komî rojbûna wan pîroz kir.
Canşiyê xwendingehên 25 gundan ziyaret ku û bi xwendekaran ra hat ba hev li zarokan pêlîstok belav kirin û kêfa wan xweş kir.
- "Li 1200 zarokî paste belav kir"
Cafer Canşî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li xwendingehên gundan zarokên paste nexwarine hene û ji bo wan proje da destpêkirin.
Canşî got bi projeyê va rojbûna zarokan li gundên wan pîroz dike û wiha pê da çû:
"Me hetanî nikal li 1200 zarokan paste belav kir. Em pê hisyan ku li gundê Gozlîceya Jêrîn zarokên ku qet paste tehm nekirine hene û em hatin vê derê. Me got, 'Ji wê kê paste naxwariye' li ser vê zarokan destê xwe bilind kir. Me paste îkramî wan kir. Piraniya zarokan cara ewil paste xwarin û gelekî ecibandin."
Canşî got heke piştgirî were dayîn dixwaze bi hemû zarokên li gundan pasteyê bide xwarin.
Xwendekaran jî ji bo pasteyê ji Cafer Canşî ra sipas kirin.