BÎTLÎS
Gelek turîstên biyanî û xwecih di mehên havînê de, diçin germava li gundê Bûdakliyê. Turîstên ku havînê diçin germavê bi kêf û eşq avjeniyê dikin.
Bi barîna berfê derdora germavê bi berfê hat nixumandin, ji ber vê yekê niha gamêş dikevin avgermê.
Yavûz Karabalik got ku, ew gamêşên xwe ji bo şûştinê dibin avgermê. Ji ber ku, zivistanê kes naçe avgermê ew jî bi vî awayî gamêşên xwe di avgermê de dişon.
Ji aliyê din ve germav ji bo gamêşan dibe şîfa jî.