Wezîra Karên Jinan Beyan Nûriyê diyar kir ku di encama şerê navxweyî yê li welêt de, hejmara "jinên bî" gihîşt milyonekê.
Nûriyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û desnîşan kir ku rewşa însanî ya jinên li Iraqê roj bi roj dijwartir dibe.
Nûriyê got ku herî zêde şer li jinan tesîreke neyînî kir û wiha dewam kir: "Di êrîşên DÎŞIyê de gelek mêr mirin. Ji ber vê yekê gelek jin bî man. Piştî pevçûnên dawîn me tepît kir ku hejmara jinên bî yên li Iraqê gihiştiye milyonekê. Him derûniya van jinan him jî şert û mercên jiyana wan ne baş in."
-Jinên êzdî yên di destê DÎŞIyê de
Nûriyê destnîşan kir ku rewşa jinên êzdî yên ku milîtanên DÎŞIyê ew revandin "pirsgirêka herî girîng e" û got ku derbarê hejmara jinên ku DÎŞIyê ew dîl girtin tu agahî di dest me de nînin û wiha axivî: "Li gor çavkaniyên yekem hejmara jinên êzdî yên di destê DÎŞIyê de ne 4 hezar, li gor çavkaniyên duyemîn ev hejmar 2 hezar e û li gor çavkaniyên sêyemîn jî hejmara jinan di navbera 300-400î de ye. Ji ber ku hejmarên ku gihîştin ber destê me ji hev du cuda ne; em jî nikarin hejmareke têqez bidin. Herwiha hejmara jinên ku hatin kuştin jî ne diyar e. Derbarê hejmara wan de agahiyên têqez di destê me de tunene."
Beyan Nûriyê got ku wan ji bo jinên ku ji destê DÎŞIyê hatine xilas kirin pêşnumayeke zagonê amade kir, heke Lijneya Wezîran û Parlemento vê pêşnumayê qebûl bike, dê serê jinê 10 hezar dolar tazmînat bidin.
-Zewaca zarokan
Nûriyê got ku yek ji pirsgirêka ku Karên Wezareta Jinan pê re aleqeder e pirsgirêka zewaca zarokan e. Nûriyê destnîşan kir ku ev pirsgirêgeke cidî ye û diyar kir ku li Iraqê gelek zarokên ku temenê wan 13-14 ye, bi zorê tên zewicandin. Nûriyê got ku bi taybetî zarokên ku wiha zû tên zewicandin zû jî dev ji mêrê xwe berdidin; ji ber vê yekê hejmara jinên ku di 14 saliya xwe de bî dimînin zêde ye. Nûriyê got ku hejmara jinên ku dev ji mêrê xwe berdidin li Iraê zêde ye, her diçe zêdetir dibe û destnîşan kir ku ji 100 mêr û jinî 20 mêr û jin hev du berdidin.
-Zewaca ji mezhebên cuda
Nûriyê diyar kir ku wek demên borî zewaca ji mezhebên cuda nayê kirin û wiha pê de çû: "Li Iraqê du mezhebên sereke hene: Sunî û Şiî. berê kesên ji mezhebên cuda dizewic în; lê piştî salên 1990î ev hejmar kêm bû. Li gor daneyên di destê me de niha rêjeya kesên ji mezhebên cuda zehf kêm e."
-Sinetkirina jinê
Nûriyê got ku bi taybetî li Kerkûkê jin tên sinetkirin lê ev hejmar roj bi roj kêm dibe.
Nûriyê got ku rêjeya jinên ku di saziyên dewletê de dixebitin di ser ji sedî 35an re ye, heta li wezareta darayiyê ev hejmar digêhîje ji sedî 50yî. Nûriyê destnîşan kir ku li Iraqê destûrê nadin ku jin li meqamên payebilind bibin wezîfedar û got ku ev kêmasiyeke mezin e.