Türkan Tosun
10 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Li Qersê Baran Kayayê hespan xwedî dike ji bo hespên wî şampiyon derkevin gelekî hewl dide.
Li Meydancika gundê navçeya Arpaçayê hin kesên heywanan xwedî dikin serê sibê zû radibin, beriya teseliya heywanên xwe yên din bikin ewil diçin êm didin hespên xwe.
Baran Kayayê 20 salî ji bo pêşbirkê hespên şampiyon xwedî dike û difiroşe bajarên cuda yên Tirkiyeyê.
Kaya serê sibê li eraziyê hespên xwe dide bezê, şekir dide wan û ji bo ku ew seqet nebin bi xoyê va stû û çipên wan miz dide.
- "Ez îsal 7 hespan ji bo pêşbirkan xwedî dikim"
Baran Kaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew xwedîkirina hespan hez dike, dema em dibin şampiyon jî pir kêfa wî tê.
Kaya wiha axivî: "Ez niha ceniyeke xwe ya 3 salî ji bo pêşbirka hespên rehwan a Erdexanê xwedî dikim. Li Qersê ji ber hewayê xwedîkirina hespan zehmet e, ji ber vê em gelekî baldar in. Em ka, ceh û ava wan li gor qirarekê didin. Ez îsal 7 hespan ji bo pêşbirkan xwedî dikim. Ji bo di pêşbirkan da nefesa hespan baş be em her roj wan didin bezê. Piştî antremanê ji ber ku hespên me seqet nebin em bi xoyê va wan miz didin. Me bavê vê ceniyê firot Kastamonuyê û di pêşbirkan da bi ser ket. Ev ceniya min jî baş e, dema di pêşbirkan da bi ser bikeve ezê bi bihayekî baş bifroşim."
Kaya got hespên rehwan pir biqîmet in û wiha axivî: "Ji bo vê ceniya min 20 hezar lire didin lê ez nafroşim, lewra ez dizanim wê di pêşbirkan da bi ser bikeve û qîmeta wî wê zêdetir be. Ev hespa min hê sê salî ye, lê 35-40 kîlomêtro dibeze."
Omur Kayayê hespan dibezîne jî got mirov çiqas bi hespan ra eleqedar bibe ewqas bi ser dikevin, ji ber vê demeke wan a mezin ji bo xwedîkirina hespan diçe.
Kaya got piştî alifdayînê û bezandinê ew demê digirin ku bizanibin ka hesp çiqas bilez dibezin.