Ahmet Kaplan
28 Hezîran 2022•Rojanekirin: 29 Hezîran 2022
Heyama berhevkirina îsotê Çermîka Diyarbekirê yê tescilkirî dest pê kir.
Îsotê ku li Çermîkê li herêmên Beybagi û Kizilyamaçê hêşîn dibe û bi şekl û aromaya xwe balê dikişîne, par ji Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk işareta coxrafî sitand.

Îsotê Çermîkê yê ku berê cotkarên deverê ji bo xwarina xwe ya malê diajotin, piştî tescil û danasînê bêtir hat naskirin û teleba ji bo wê jî zêdetir bû.
Îsotê ku par li ser 150 dekar erdî hat çandin, îsal li ser 300 dekar erdî hat çandin. Her wisa rekolteya ku par 500 ton bû, îsal tê texmînkirin ku dê derkeve 1000 tonî.

Îsotê Çermîkê hem di taştê û xurek da tê tercihkirin û hem jî wekî îsotê tirşînê û yê ji bo îsota hûrkirî tê tercihkirin.
Qaymeqamê Çermîkê Ramazan Polat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku îsotê wan ê tescilkirî, cureyeke endemîk e ku li herêma Beybagi û Kizilyamaçê hêşîn dibe.
Polat bal kişand ku bi danasînê va qada hilberîna îsotê zêde bû ku ev yek jî wekî dahat li cotkaran vegeriya û wiha dewam kir, "Ji bo îsotê me yê Çermîkê telebeke cidî heye. Ji bo dabînkirina telebê em rêberiya cotkarên me dikin. Ji ber ku qada hilberîna berhemê sînordarkirî ye, em xebatên zêdekirina ber û berhemdariyê dimeşînin."

Hilberîner Bedrî Demîr bal kişand ku îsot çiqas li ser çiqlê xwe bimîne, taybetiyên wê ewqas diguherin û wiha got, "Çermîkiyên ku li Amerîka û Ewropayê dijîn, ji vê îsotê dixwazin. Her wiha em kêfxweş in ku teleba ji bo îsotê zêde bûye. Me berê li ser 100 metrekare erdî îsot hildiberand. Niha ez û birayên min em tevda li ser 10 donim erdî diajon. Di şert û mercên îro roj da ji berhemên din çêtir e dahata wê. Em hemû pêdiviyên aborî yên malbata xwe ji vê îsotê dabîn dikin."
Hîndekara pispor a Koperatîfa Jinan a Çermîkê Buket Dînçkuyuyê jî diyar kir ku ew ji îsotê tirşîn û îsota hûrkirî çêdikin û difiroşin.