Haydar Şahin
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
DİYARBAKIR
Metîn Erdoganê wezîfedarê avahiyeke li Kayapinara navçeya navendê ya Diyarbekirê odeya jeneratorê ya di bodroma avahiyê da vegerande odeya xwendinê.
Erdoganê 45 salî yê bavê 4 zarokan ê ku wezîfedariya avahiyekê dike got ku ji zaroktiya xwe pê va pirtûkan dixwîne.
Erdogan piştî ku lîse qedan qasî demekê dev ji pirtûkxwendinê berda û wextê xwe li qehwexaneyan derbas kir û Erdogan paşê dîsa dest bi xwendina pirtûkan kir.
Erdogan odeya jeneratorê ya di bodroma avahiyê da vegerande odeya xwendinê û di rojê da herî kêm nîv saetî pirtûkan dixwîne.

Erdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku lîse qedandiye, ji ber ku hînî qehwexaneyan bibû bi salan pirtûk nexwend, li avahiyekê wekî dergevan dest bi wezifeyê kir û dîsa dest bi xwendina pirtûkan kir.
Erdogan got ji bo ku ji zarokên xwe ra pêşerojeke baş amade bike pirtûka dixwîne û wiha axivî: "Ez diçûm qehwexaneyê û kêrî min nedihat. Paşê bi perwerdeya zarokên xwe ra eleqedar bûm û min dît ku çûyîna qehweyê tiştekî bêmene ye. Min dîsa dest bi pirtûkan kir."

Erdogan destnîşan kir ku odeya jeneratorê ya di bodroma avahiyê da paqij kir û vegerande odeya xwendinê, hedefa wî ew e ku di pêşerojê da bibe xwediyê pirtûkxaneyeke kaw û paqij.
Erdogan wiha pê da çû:

"Ji ber ku jeneratorê zehf deng derdixist û avahî dihejan me derxist derva. Min jî ode paqij kir û xiste odeya xwendinê û atolyeyê. Ku firsendê dibînim ji xwe ra pirtûkan dixwînim. Hin pirtûk min kirî hin pirtûk jî mamosteyan ji min ra kom kirin. Hin pirtûkên ku min ji heval û hogiran sitandine jî hene. Ji bo min ya girîng ew e ku meriv bixwîne û hin tiştên teze hîn bibe. Armanca min ew e ku ji agahiyan dûr nemînim.
Erdogan got dibê her kes pirtûkan bixwîne, pirtûkxwendin wî kêfxweş dike.