İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
KARS
Li Qersê Navenda Xelaskirina Heywanên Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Qersê gelek heywanên kovî yên ku li bajarên Herêmên Rojhilata Anadoluyê û Behra Reş birîndar bûn, tedawî û qenc kirin.
Navend di nav kampusa Zanîngeha Kafkasê da ye û beşên wê yên îdarî, klînîk û rehabîlîtasyonê hene û girêdayî 13emîn Midûriya Herêma Midûriya Giştî ya Parqên Neteweyî ye. Li navendê gelek heywanên ku li Agirî, Îdir, Erdexan, Bîngol, Bayburt, Erzincan, Gumuşxane û Artvînê birîndar dibin, li vê navendê tên tedawîkirin.
Li navendê heywanên wek hirçê boz, werşeq, çûkên dirinde û avê û her wekî din tên dermankirin.
Li navendê 45 xwendekarê xwebexş di bin çavdêriya beytaran da heywanên kovî xwedî dikin û qenc dikin.
Midûrê Şaxa Qersê ya Midûriya Herêma 13emîn a Parastina Siruşt û Parqên Neteweyî Murat Doganay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navend xizmeta 8 bajarên herêmê dike û wiha dewam kir: "Heywanên ku li siruştê ji hal ketine, zirar dîtine an jî nêçîrvan bi rêya dereqanûnî gule berdaye wan û ew birîndar kirine, li vê derê tên tedawîkirin û cardin li siruştê tên berdan."
Doganay diyar kir ku herî zêde çûkên avê yên kovî tînin navendê û wiha dewam kir:
"Kudikên hirçan, tûleyên guran û werşeqan jî tîin navenda rehabîlîtasyonê. Îsal 339 heywanên kovî li nexweşxaneya me hatin tedawîkirin."
Midûrê Navendê Doç. Dr. Erdogan Uzlu jî got ku ji 2011an vir va hezar û 300 heywanên kovî li navendê hatin tedawîkirin.