Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê ji bo piştevaniya heywandaran bikin bîreke avê ya bi pergala vejena tavê dixebite hat vekirin û xwediyên pez jî bi vê yekê gelek kêfxweş bûn.
Li texma Dolana ser Taxa Yeşîlyurtê bi piştevaniya Yekîtiya Xwediyên Pez, Walîtiya Gazîentabê û Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê bîreke bi pergala vejena tavê dixebite hat vekirin.
Mixtarê Taxa Yeşîlyurtê Îsmaîl Erkmen got ku ev bîra bi vejena tavê dixebite û xwedî embareke 20 tonî ye ji bo mêrgê bû derman.
Erkmen ji hemû kesên di vê xebatê da keda wan heye ra spas kir û got ku bi saya bîrê kêfa şêniyên taxê û heywandarên pezên xwe tînin mêrgê hat.
Suleyman Yildirimê li herêmê şivantiyê dike jî destnîşan kir ku bi saya projeyê ew ji zehmetiya avê ya li mêrgan tunebû, xilas bûn û ji niha pê va wê pezên xwe bi hêsanî bibin ser avê.