Önder Beyter
01 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Hezîran 2020
Li navçeya ku zivistana wê dijwar derbas dibe û nîvê zêdetir ê salê sir û serma dewam dike, bi hatina biharê ra piştî ku berf heliya, çêre hêşîn bû.
Ji ber ku li zozanan çêre hêşîn bû, heywandaran jî ji bo ku barê debarê li xwe sivik bikin û pez çêtir bi xwe va were, berê birên pez dan çêreyê.
Şêniyên gundê Beyarslana navçeyê jî çend hezar pezê xwe piştî rêwîtiyeke dijwar a 18 kîlomêtroyî, derxistin zozanên bilind ên li navçeyê.
Rêwitîya keriyên pez a di nava xwelî û xubarê da dîmenên rengîn derxistin holê.