Fatih Gazioğlu
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
VAN
Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran jî dibe ku berf bibare.
Li herêmê wê şev û serê sibê hişkî, cemed û mij wê çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û ji hêla başûr va car caran jî ba wê rabe.
Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Hekariyê 4, li Mûşê 3, li Wanê 2 û li Bidlîsê jî 1 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 4, li Mûşê 2, li Bidlîs û Hekariyê 1 jî wê 1 pile be.
Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.