İsmail Kaya
06 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2024
Rojan Paul Gergerliyê ku li Almanyayê xwendekarê zanîngehê ye, xewna xwe ya çûna Adiyemana malbavanê xwe bi bisiklêtê, ji ber sedemên tenduristiyê navber dabûyê, ji cihê ku mabû temam kir.
Gergerliyê (21) ku dayika wî Alman, bavê wî ji Adiyemaniyê ye, ji biçûktiyê va xewna wî bû ku bi bisiklêtê biçe Adiyemanê.
Gergerliyê ku dema zarokatiya xwe da carekê hatiye Kahtaya navçeya Adiyemanê, ji bo vê xewna xwe bibe serî beriya 2 salan bi bisiklêtê ji Landshuta bajara Almanyayê derket rê di ser Awisturya, Slovakya, Macaristan, Romanya û Bulgaristanê ra di maweya 26 rojan da gihişt Stenbolê.
Rojan Paul Gergerlî ji ber sedemên pirsgirêkên tenduristî navber da rêwîtiya xwe. Paşê dîsa lê vegeriya û piştî 24 rojan gihişt Kahtaya malbavanê xwe.
Gergerliyê ku li gund bi dahol û zirneyê hat pêşwazîkirin, ji ber ku xewna xwe anî cih kêfxweşiya xwe anî ziman.
Rojan Paul Gergerlî destnîşan kir ku bisiklêtsiwarî di jiyana wî da ji bo wî cihekî giring digire û got, "Dayika min Alman e, bavê min jî xelkê Adiyemanê ye. Carekê dema temenê min biçûk bû ez hatibûm Adiyemanê û ji min ra bû xewnekê ku ez bi bisiklêtê bêm. Niha rêya bi qasî 5 hezar kîlometoreyî ez bi bisiklêtê hatim."