22 Gulan 2016•Rojanekirin: 23 Gulan 2016
ANKARA
Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ji bo 3 hezar û 800 penaberên sûrî destûra xebatê da ku ew bikaribin li Tirkiyeyê bixebitin.
Welatiyên sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî xwe spartine Tirkiyeyê ji bo ku Tirkiyeyê bikaribin bixebitin serî li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî didin. Serlêdanê penaberên sûrî dewam dike.
Di 15ê Çileya Paşîn de "Rêziknameya Destûra Xebatê ya Ji Bo Biyaniyên ku Di Bin Parastina Demborî De Ne" di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryara rêziknameyê 3 hezar û 800 penaberên sûrî yên ku şertên wan li gor vê rêziknameyê ne, serî li Wezaretê dan da ku bikaribin li Tirkiyeyê bixebitin û destûr ji bo wan hat dayîn.
Destûr ji bo salekî hat dayîn. Piştî salekê ev dem wê bikaribe bê dirêjkirin.
Destûr di serî de ji bo qada înşaetê, tekstîlê û îmalatê hat dayîn.
Li gor vê biryarê di kargehekî de hejmara xebatkarên sûrî divê li gor welatiyên tirk ji sedî 10 derbas nebe.
- Par ji bo 64 hezar û 833 kesan destûr hat dayîn
Di sala 2015an de ji çar aliyê dinyayê 75 hezar kesan serî li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî da ku destûra xebatê bigrin. Ji bo 64 hezar û 833 kesan destûr hat dayîn. Serlêdana 2 hezar û 505 kesan ji ber hin sedeman hat redkirin. Serlêdana 8 hezar û 52 kesan jî hat îadekirin.