Haydar Şahin
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 11 Tebax 2020
Hat ragihandin ku li gor texmînan ew ê li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewarvî be.
Tê texmînkirin ku ji piştî nîvro pê va li Erzirom,Erzincan, Erdexan û Qersê şiliyê bibare.
Li herêmê germaniya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe, dibe ku hin caran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 11, li Qersê 12, li Erzirom û Agiriyê 13, li Îdirê 20 û li Erzincanê 21 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 33, li Erzincan û Agiriyê 30, li Erziromê 26, li Qersê 25, li Erdexanê 22 pile be.