28 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
ERZURUM
Li herêmên li bakurê Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilî bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa ewrayî ye û dibe ku piştî nîvro li herêmên bakur ên Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê şilî bibare.
Li gor daneyên hewayê bi şev hewaya herî sar li Erzirom, Qers û Erdexanê 3, li Agiriyê 8, li Erzincanê 9 û li Îdirê 15 pile hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ jî li Erdexanê 14, li Erziromê û Qersê 16, Li Agiriyê 18, li Îdir û Erzincanê 23 pile hat pîvandin.
Wek mayîn li Navenda Şemitandinê ya Palandokena Erziromê qalindiya berfê 5 santîmêtro hat pîvandin.