İbrahim Atmaca
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Ji bo Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be û cî bi cî sayî be.
Li aliyê rojavayê Bidlîs û Mûşê bi navber baran û şilope, li deverên bilind jî berf tê payîn.
Serê sibê û bişev mij û xumam û cî bi cî qeşa û cemed wê çêbibe û germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî be
Nava rojê germa herî zêde li li Wanê 7, li Hekariyê 6, li Bidlîs û Mûşê 2 pile tê payîn.