Elif Irmak
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Berfa ku li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê barî tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Berfa ku li Erziromê bi şev sivik barî navenda bajêr spî xemiland.
Li bajarê ku ji ber hewaya sar cemed jî çêbû ajokaran zehmetî kişand.
Berf li bajêr bi navber dibare.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berfa ku bi şev dest pê kir navenda bajêr spîçil kir.
Ekîbên şaredariyê di serî da Kolana Kongreyê li gelek cihan xebatên paqijkirin û xwêkirinê kir.
Berf binavber dewam dike.
- Agirî
Li Agiriyê jî berfa danê sibê dest pê kir tesîra xwe didomîne.
Li bajarê ku bi berfê spîçil bû ajokar ji ber cemeda çêbû nekarîn bi rehetî wesayîtên xwe biajon.
- Qers
Li Qersê berfa ku duh dest pê kir û bi navber dibare tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan û şaredariyê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Ji hêla din va li rêya dijî cemedgirtinê xebatên xwêkirinê tên kirin.