Türkan Tosun
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê welatî ji bo şebekeya avê ya ku xirab bûye temîr bikin bi qasî 10 kîlometreyan meşiyan û di nav sir û sermayê de erizeya şebekeyê temîr kirin.
Li taxa Argîta Jêrê du rojan av nehat, şêniyên taxê ji ber ku hewa û rê nebaş e peyatî 10 kîlometreyan meşiyan û gihîştin depoya avê.
Welatiyan dît ku boruyeke depoyê teqiyaye û ji ber vê av nayê. Ewil borî temîr kirin û paşê jî cihên ku di hundirê depoyê de xitimîne paqij kirin ku av bê.
Kamil Cantayanê muxtarê taxê got ji ber erizayê 2 rojan av nehatiye û wiha axivî: "Ji bo ku em arizayê temîr bikin bi rêwîtiyeke zehmetî ya bi 10 kîlometreyan em gihîştîn çavkaniyê û me boruya teqiyabû temîr kir. Paşê me depoya ku xitimiye temîr kir ku av car din bê."