Türkan Tosun
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
MÛŞ
Li Mûşê endamên Koma AK Gençlîkê ji bo zarokên ku li dibistanên gundan perwerdeyê dibînin li ser medyaya civakî kampanya dan destpêkirin û alîkarî berhev kirin.
Ji bo ku xwendekarên li gundan zivistanê serma nekin endamên komê bi dirûşma "Her tişt ji bo birayên me" kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin û li ser medyaya civakî xwe gihandin xêrxwazan.
Endamên komê bi mamosteyên van dibistanan re dikevin têkiliyê û zarokên ku hewcedariya wan bi cil û bergan, melzemeyên kirtasiyeyê û pêlîstokan heye tesbît dikin û paşê alîkariyê digihînin wan.
Li navçeya Bulanikê endamên koma AK Gençlîkê alîkariya ku ji bo 29 xwendekaran berhev kiribûn li Dibistana Şehîtverenê belav kirin.
Ahmet Demirê Berdevkê Koma AK Gençlîkê ji nûçegihanê AAyê re got ew ji ber alîkariya xwendekaran kêfxweş in û wiha axivî:
"2 sal berê em di bin banê Koma AK Gençlîkê de hatin bal hev û niha bi 100 hevalî va em xebatên xwe didomînin. Em di qelek qadan de xebatan dikin. Bi taybetî ji bo perwerdeyê em projeyan pêk tînin. Di destpêka sala perwerde û hîndekariyê ya 2017-2018an de, me bi navê "Her tişt ji bo birayên me" kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Li 17 gundan me ji bo 720 zarokan alîkarî belav kir."