Hilmi Tunahan Karakaya
06 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Hat ragihandin, li Erzirom û Erdexanê taviya bibirqetav dê tesîra xwe nîşan bide.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê perçe û kêm ewrayî be, li rojhilatê bakurê herêmê jî cih cihan dê pir ewrayî be.
Tê texmînkirin piştî nîvro li dewrûbera Erzirom û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 32, li Îdirê 31, li Erzinganê 29, li Agiriyê 28, li Erziromê 26, li Qersê 25 û her wiha li Erdexanê jî 19 pile be.