08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Mehmet Alî Abakayê mamosteyê edebiyatê ji ber ku ji xwendinê hez dike hetanî nika 45 hezar pirtûk berhev kir, ji bo ku pirtûkên wî ev qasî zêde bûn mecbûr ma û mala xwe barî xaniyekî mezin kir.
Abakay (52) di dibistana seretayê da bi çîrok û romanan va dest bi xwendinê kir û demekê şûnda dest pê kir pirtûkên li ser dîrok, çand û şaristaniya Diyarbekirê xwend.
Abakay hin caran pirtûkên ku li ser sergo dîtin berhev kir û hin caran ji sehafan pirtûk kirî. Nika li mala xwe gelek cure pirtûkên ku di nav wan da yên saziyên fermî çap kirine jî hene mihefeze dike.
Ji ber ku hejmara pirtûkan gihîşte 45 herzarî, êdî mala wî ya 4 ode têrê nekir û li ser vê barî maleke 5 odeyî kir. Abakay diyar kir ku di rojê da qasî 8 saetan bi pirtûkan ra eleqedar dibe û hê jî wan berhev dike.
Abakay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji piçûktiya xwe dest pê kir bi kitaban ra eleqedar bû, di piçûktiya xwe da ji bo neavêjin ser sergoyan pelgên cixareyan ên ku li ser bi erebî nivîs hebûn berhev dikir û bi xerclixa xwe va pirtûkên Kemalettîn Tugcu distand û ji xwe ra pirtûkxane çêkir û paşê biryar da ku êdî pirtûkan nevêje û berhev bike.
Abakay got di dibistanê da bi xerclixa xwe va di zanîngehê da jî bi bursan va ji xwe pirtûk distand û bi pirtûkxwendinê va kêfxweş dibe.
Abakay got eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên li ser dîrok û çanda Diyarbekirê dide û wiha axivî: "Min di 15-16 saliya xwe da dest bi nivîsandinê kir. Di rojnameyan da nivîsên min hatin weşandin. Min çend heb xelat jî sitandin."
Abakay got, "Pirtûk ji bo kesên ku di nav qerebalixiyê da tenêtiyê dikişînin bênderek e. Kêm zêde 45 hezar pirtûkên min hene. Ez mîna zarokên min in ji pirtûkên xwe hez dikim." û wiha pê da çû:
"Arşîva 58 rojnameyên ku li Diyarbekirê dihatin weşandin di destê min da heye. Hin hejmarên 258 kovarên ku li Diyarbekirê hatin weşandin jî di destê min da hene. Hinekên wan yekhejmar in hinekên wan jî wek koleksiyon in. Min kêm zêde 60 hezar wêneyên li ser Diyarbekirê kişand. Koleksiyana pereyan û hezar û 500 pîlaqên min hene. Mereqa min a li ser destxetan jî heye. Hin destxet jî di destê min da hene."