Li Tokluya gundê Taşlîçayê 90 xane hene û li wir jî têlefon nakişînin û ji bo vê jî gundî ji xwe re çareyan dibînin.
Gundî ji bo ku bi têlefonê xeber bidin vê gavê an derdikevin Girê Cenetê an jî derdikevin ser lodên gîhê, ji ber vê yekê jî dixwazin ku rayedar vê pirsgirêka wan çareser bikin.
Ji gundiyan Erhan Barakçîn (30) diyar kir ku piranî bi heywandariyê re mijûl dibin û piştî karên xwe ji bo ku bi eqrebeyên xwe re biaxivin an derdikevin ser lodên gîhê an jî derdikevin cihên bilind.
Barakçîn vegot ku naxwazin bi vî awayî biaxivin û wiha got: "Eqrebeyên pirî gundiyên me li xerîbiyê dijîn. Hemû kes ji bo ku bi têlefonê ve biavin an derdikevin ser lodên gîhê an jî derdikevin cihên bilind. Encax wiha bi têlefona destan ve diaxivin."
Barakçîn ragihand ku gundî ji bo axavtinê ji xwe re çareyan dibînin û got: "Hin gundî têlefonên xwe bi pencereyên male ve girêdidin. Gava ku têlefon di cihê xwe de disekine wê çaxê dikişîne lê çawa ku hildidin destê xwe têlefon tê birîn. Ez jî têlefona xwe bi pencerê ve dikim. Gava ku telefon tê ez têlefona xwe hildidim û direvim cihekî bilind û xeber didim. Gava ku tiştekî bilez hebe gundî mejbûr diçin cihên bilind.