07 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2016
MUŞ
Li Çîçeklî û Yukarisizmaya gundên Mûşê yên ku 35 kîlomêtro dûrî navendê ne telefon nakşînin. Gundî ji bo ku eyda eqrebayên xwe yên li cihên din dijîn pîroz bikin, derdikevin li ser gir û çiyayan û wisa telefonî eqrebayên xwe dikin.
Mixtarê gundê Çîçekliyê Sadettîn Sagin got ku li gundê wan şebekeya GSMê tune û ji ber vê bi tenê li hin cihan telefon dixebitin.
Sagin got ku gundî ji bo bi eqrebayên xwe yên ku li bajarên din dijîn re li ser telefonê biaxivin diçin cihê bilind û wiha axivî: "Nifusa gund 200 e û li her malê herî kêm 4 telefon hene. Her çiqas serdema me serdema ragihandinê be jî, em nikarin bi telefonê re rehet biaxivin. Bi salan e em vê aciziyê dikşînin û şirketên telefonan ev pirsgirêka me çareser nekirin. Me bi dehan caran serî lê da, lê em negihîştin tu encamekê. Gundî ji bo ku li ser telefonê eqrebayên xwe re biaxivin kîlomêtroyek û nîv dimeşin diçin li ser depoya avê. Li gundê cînar Yukarisizmayê jî heman pirsgirêk heye. Li herdu gundan qasî 600 telefonên berikan hene û em heman aciziyê dikşînin. Em dixwazin di navbera herdu gundan de îstasyoneke bazê bê çêkirin."
Mîrze Akinê ku li gund dijî jî got ew ji bo ku bikevin înternetê her roj dimeşin tên çiya û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê êdî di telefonên bêrikan de teknolojiya 4,5 Gyê heye û bidîmen tê axaftin. Di vê serdemê de em li gund ji bo ku bi telefonê biaxivin û bikevin înternetê hildikişin çiyayan. Me bi dehan caran serî lê da, lê şirketên telefonan ev pirsgirêk çareser nekir."