Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê Îyad Emîn Medenî re axivî. Serokomar got ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Harema Şerîf û Mescida Eqsayê di serî de Rojhilata Navîn li alema Îslamê bû sedema înfîalê.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê di hevdîtina li ser têlefonê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Harema Şerîf û Mescida Eqsayê hatin gotûbêjkirin.
Erdogan got ku civaka navnetweyî li dijî êrîşên Îsraîlê bêdeng dimîne û êrîşên Îsraîlê yên li ser Harema Şerîf û Mescida Eqsayê di serî de Rojhilata Navîn li alema Îslamê bû sedema înfîalê.
Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku divê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) demildest dest biavêje îxlalên Îsraîlê.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan bi wesîleya vê axaftinê sipasiya Medenî kir ku piştgirî daye li Rabatê civîna Koma Qudsê ya Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê hatiye lidarxistin.