E.O
28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîrê Berê û Parlementerê Konyayê yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu der heqê pirtûka AAyê ya bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO" de got ku Ev berhem ji bo nifşên siberojê wekî berhemeke rûmetê bimîne. "
Pirtûka bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO" ya ku Ajansa Anadoluyê ji bo weşanê amade kir pêşkêşî Davutoglu kirin.
Davutoglu li ser pirtûkê hûr bû û daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 15ê temûzê destaneke demokrasiyê ye û wiha axivî: "Destana rûmetê ya gelekî ye ku hemû bi hev re li dijî zordestî û çewsandinê derketin. Li dijî çeteyên ku dixwestin siberojê tarî bikin, derketin. Ev destan bi vîna gel derket holê. Rêveberiya Serokomarê me ya ku gelekî bi dirayet bû lê di heman demê de rola çapemeniya me ya di rêveberiya vê qeyranê de tu carî nayê jibîrkirin."
Davutoglu wiha axivî:
"Çapemeniya me piştgirî da dengê gelê me. Ajansa Anadoluyê jî di vî warî de roleke taybet girt sitûyê xwe. Ez hemû çapemeniya me bi taybetî Ajansa Anadoluyê dubare pîroz dikim. Ev berhem ne tenê ji bo ku di van rojan de di nav gel de vê hişmendiyê belav dike, di heman demê de ji bo nifşên siberojê jî wek berhemeke rûmetê bimîne."
Davutoglu got ji Xwedê dixwaze ku Tirkiye car din rojên bi vî awayî nebîne û axaftina xwe wiha temam kir:
"Lê em vê yekê dizanin ku ew kesên ku carekî din niyeda tiştekî wiha bikin û ji hişê xwe re derbas bikin dê li hemberî xwe gelekî wekî kelehê, bi vîna ku ji cihê xwe naleqe dê gel û qadên me bibîne."
