07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ERZURUM
Hat gotin, dibe ku li Erzirom, Erzincan û herêmên başûrê Agiriyê şiliya gef û gur bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li Erzirom, Qers, Îdir, Erdexan, Agirî, Erzincan û Tunceliyê hewayê pir biewr derbas bibe û car caran baraneke gef û gur wê bibare, baran wê ber bi nîvro li Erzirom, Erzincan û herêmên başûrê Agiriyê wek teyrok bibare.
Tê texmînkirin ku li herêmê germa hewayê bi şev li Erdexan û Qersê 2 pile, li Erziromê 5 pile, li Agiriyê 7 pile, li Tunceliyê 9 pile, li Erzincanê 14 pile û li Îdirê 11 pile be.
Nav rojê germa hewayê herî zêde jî li Îdirê 23, li Erzincanê 21, li Tunceliyê 20, li Erdexanê 17, li Erzirom, Qers û Agiriyê 16 pile hat pîvan.
Ji ber barana gef û gur û teyrokê dibe ku li Erzirom, Erzincan û herêmên başûrê Agiriyê lehî rabe, hezaz çêbe û rê û dirb werin girtin. Rayedaran ji bo van rewşên neyênî hişyarî da û got ku divê welatî bitevdîr bin.