07 Gulan 2017•Rojanekirin: 07 Gulan 2017
MALATYA
Ji bo Meletî, Elazîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyamanê hişyariya şiliya gef û gur û teyrokê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê ya Elazîzê hat dayîn, li Meletî, Elazîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyamanê heta sibê ewrê hebe, tê texmînkirin ku heta êvarê baraneke gef û gur bibare. Li gor texmînê cî bi cî qirçiniyê bi ewr û esmanan bikeve û teyrokê li ser hin deveran bigre.
Ji ber barana gef û gur û teyrokê dibe ku lehî rabe, hezaz çêbe û rê û dirb werin girtin. Ji bo van rewşê neyênî jî divê welatî bitevdîr bin.