Yusuf Okur
09 Sibat 2026•Rojanekirin: 12 Sibat 2026
Karagola li Şavşata navçeya Artvînê ku bi nasnavê "bajarê aram" tê nasîn, ji ber sir û seqema li herêmê cemed girt.
Gol li nava Parka Neteweyî ya Saharayê ya Karagolê da ye û piştî ketina berfê spî bû û bala ziyaretvanan dikişîne.
Rûyê golê cemed girt û kesên ku dixwazin golê bibînin, hatin herêmê û li ser cemeda rûyê golê meşiyan û horon leyîstin.
Huseyîn Ozê ku ji Antalyayê hat, got ku ew bû heyranê dîmena Karagolê û daxuyand ku wî cara ewil gol dît.
Hakan Yalduzê ku ji Kocaeliyê hat jî diyar kir, wan berê li ser îskeleyê li golê dinêrî, lê vê carê ew hatin ser cemeda golê.