Türkan Tosun
09 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê kêmewrayî be, destê sibê û bi şev jî wê hişkî û cemed çêbibe.
Li herêmê germahiya hewayê wê bi qasî 2-3 pileyan li gor demsalê zêde be, ji aliyê başûr va ba wê rabe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Agiriyê di binê sifirê da 8, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 5 pile, li Erziromê di binê sifirê da 3 pile, li Erzincanê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê û Erzincanê 19, li Erdexanê 13, li Erziromê 12, li Qersê 11 û li Agiriyê jî 6 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Erganê 75, li Palandokenê 71 û li Cibiltepeyê jî 63 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo cemed, şepe û hişkiyê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.