Ulaş Güven
05 Tebax 2025•Rojanekirin: 13 Tebax 2025
Mia Meyra Rismawatiya Endonêzyayî ku ji bo bêhnvedanê hat Stenbolê digel Ridvan Durgunê Hekariyê ku li wê derê nas kir zewicî.
Rismawatiya ku beriya nuha bi 3 salan ji bo xebatê hatibû Stenbolê vê carê ji bo bêhnvedanê hat û Durgun nas kir. Piştî ku demekê hevaltî bi hev ra kirin biryara zewacê dan.
Bûk û zava cilûbergên herêmî li xwe kirin û daweta xwe li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kirin.
Qaymeqamê navçeyê Mustafa Akin jî beşdarî dawetê bû û bi bûk û zava ra govend gerand.
Durgun ji çapemeniyê ra got ku beriya nuha bi sê salan li Stenbolê hevdu nas kirine û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Durgun got, "Hevjîna min wê demê ji bo bêhnvedanê hatibû Tirkiyeyê. Piştî ku çend caran çû û hat min niyeta xwe jê ra got. Di serî da ji ber ku ji berteka malbata wê û ya min bi fikar bû, nexwest bêje erê. Malbata min pêşî erê nekir. Pişt ra bavê min wefat kir. Em maweyekî sekinîn, pişt ra me rizaya malbata min sitand û em zewicîn."
Rismawatiyê jî diyar kir ku li Stenbola ku ji bo tetîlê dihatê Durgun nas kir û biryara zewacê dane.
Rismawatiyê anî ziman ku wê ji çanda vê derê pir hez kiriye û got, "Dawetên me 4-5 saetan diajon. Li vê derê dawet bi coştir û dirêjtir in. Min ji vê derê pir hez kir, ez bextewar im."