Emin Ferhat Sevilir
05 Tebax 2025•Rojanekirin: 08 Tebax 2025
Li Erzincanê komeke kaşûnhez di meha tebaxê da ku germa digihêje 40 pileyî, li Çiyayê Erganê li ser berfê kaşûn û snowboard kirin.
Kaşûnhezên ku bi motorên krosê derketin lûtkeya 3 hezar û 200 raqim a Navenda Geştiyarî ya Werzişên Zivistanê û Siruştê ya Çiyayê Erganê, li ser berfê kaşûn û snowboard kirin.
Rahênerê kaşûnê Canser Atilla anî ziman ku di meha zivistanê da kêfa sermayê û kaşûnê dikin.
Atilla bang li herkesî kir ku bên Erzincanê û got, "Ji ber ku germahî li navenda Erzincanê digihîşt 40 pileyê, me şortên xwe li xwe kirin û em bi motorên krosê di meha Tebaxê da hilkişiyan lûtkeya Çiyayê Erganê. Me demeke xweş li ser berfa ku ev 12 meh e neheliyaye derbas kir. Me bi hevalên xwe yên kaşûnhez ra rempeyeke biçûk çêkir û me kêfa serma û berfê kir."
Ji kaşûnhezan Zafer Kuçuksu got, "Em di meha Tebaxê da li lûtkeya Çiyayê Erganê ne. Em li bilindahiya 3 hezar û 200 metroyan ji kêfa kaşûn û snowboardê dikin. Em li vî çiyayî li benda her kesî ne. Li vê derê berf 12 mehan nahele, derfeta kaşûnê her demsal heye."