31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ANKARA
Çîroka jiyana Mizgîna Aya atleta millî ku di nav stêrkan da bû şampiyona cîhanê, wek senorayoyên fîlman e.
Li Kenyayê Şampiyonaya Atletîzmê ya Stêrkên Cîhanê hat lidarxistin û Mizgîn di 100 mêtroyî da madalyona zêrîn qezenc kir. Derket holê ku Gulşen Aya diya Mizgînê di sala 1994an da li Mêrdînê di xuleka dawîn da ji komkujiya PKKya rêxistina terorê filitiye.
Cemîl Ayê bavê Mizgînê li Beypazariya navçeya Enqereyê, li mala xwe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di komkujiya ku PKKyê li gundê Ormancikê kir da 5 bûrayên wî û xasiya wî şehîd bûn.
Ay destnîşan kir ku jina wî di xuleka dawîn da ji komkujiyê filitî û wiha dewam kir: "Xwişk û birayên Gulşenê di vê bûyerê da şehîd bûn. Em li Batmanê diman. Jina min çibû mala diya xwe zeyî. Li gund mehekî-duduyan ma. Diya min got, 'Dema zeyîtiyê ew qas bes e, ez herim bînim.' Çû, anî. Êvara ku anî jî êrişî gund kirin. Diya min neçûya jina min neaniya, ew ê jî şehîd bibûya."
Ay destnîşan kir ku xezûrê wî gundparêz bû û ji wê êrişê xelas bibû, paşê koçî Batmanê kir û li wê derê cardin zewicî.