ANKARA
Serokomar Abdullah Gul beşdarî bernameya Hefteya Jidayîkbûna Pîroz a ku li Hêwana Werzîşê ya Arenayê hat lidarxistin bû li vir axivî. Gul got: "Ez ji we hemûyan hez dikim û muhebeta min ji we re heye. Silav, rihmet û bereketa Xwedê li ser we û li hemû mirovahiyê be."
Gul diyar kir ku ew bi minasebeta Hefteya Jidayîkbûna Pîroz a Pêxemberê ku ji bo hemû aleman wekî rehmet hatiye şandin civiyan û wiha dewam kir: "Em îro sala 1443yemîn a teşrîfa Qasidê Xwedê Cenabê Pêxemberê me pîroz dikin ku wî bandoreke mezin li ser dîroka mirovahiyê kir û bi jiyana xwe ve hem rêya mirovan ronî kir û hem jî bû sedema pêşveçûn û pêşketina mirovahiyê."
Gul got ku her çiqas qasidên Xwedê di welat û heyamên cuda cuda de hatibin jî, lê di eslê xwe de wan heman peyama îlahî û heqîqeta gerdûnî teblîx kirine û wiha dewam kir: "Îro pêxemberê me yê ku em bi rêz ve bi bîr tinin, ji pêxemberan yê dawîn e ku wan ji dewra Hz. Adem û pê ve rêya civaka xwe û ya hemû mirovahiyê ronî kirine û di warê rastî û başiyê de bûne rêber."
Gul got Îslam dînekî cihanşimûl e ku hemû dinyayê hembêz dike û pêxember bi wehya ku 23 salan teblîxî mirovahiyê kir ve ne tenê dewra xwe, di heman demê de roja me jî ronî kir û hem bû ronahiya cihana me û hem jî ya nifşên paşerojê.
- "Şîret û hişyariyên Pêxemberê me gerdûnî ne û li ser hemû qonaxên dîrokê re ne"
Gul got ku divê her kes her wextî guhê xwe bide tembîh, şîret û hişyariyên ku Pêxember di Xutbeya Xatirxwestinê de gotiye û wiha pê de çû:
"Wekî hemû misilman û hemû cihana Îslamê divê em bala xwe bidin ka gelo em çiqas nêzîkî wan heqîqetan in. Heke ku em Xutbeya Xatirxwestinê ya ku bi 'Ey gelî mirovan, baş bala xwe bidin gotinên min!' ve dest pê dike bi termînolojiya îroyîn ve bibêjin, em ê bibînin ku bi şîret û hişyariyên li dijî cudakariya nijadî, newekheviya zayendî û kedxwariya aborî ve tije ne. Îro derbasdariya van şîret û hişyariyan a ne tenê ji bo alema Îslamê, her wiha ji bo hemû mirovahiyê dide nîşan ku şîret û hişyariyên Pêxemberê me gerdûnî ne û li ser hemû qonaxên dîrokê re ne."