Fatih Gazioğlu
10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
GAZÎANTEP
Evdila Şerîfê Tirkmen yê ku ji ber şerê Sûriyeyê yê navxweyî revî û xwe sipartibû Tirkiyeyê ji kurê xwe yê êsîr ev 6 sale tu xeberan nahilde.
Evdila Şerîf 6ê wan kur 11 zarok hene ev demekê li Gazîentabê dije. Şerîf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku rejîma Esed kurê wî binçav kiriye û wiha dewam kir:
"Beriya şer li Sûriyeyê febrîqaya min a pêlavan hebû û rewşa min gelekî baş bû. Rojekê ku em bona kurê min Huseyn dikanekê vekin me xwest biçin Şamê.
"Di rê de hêzên Esed rêya me birîn. Telefonên me ji me stendin. Telefona min de wêneya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dîtin û bertek nîşani me dan. Min got wan em Tirk in, Tirkmen in. Em berdan paşê. Piştî ez zivirîm malê kurê min bin çav kiribûn. Ez çend caran lê geriyam lê min nedît. Ev 6 sale ez kurê xwe nabînim. Ku zarokên min yên man zirarê nebînin em hatin Gazîentabê. Êdî min kurê xwe emanetî Xwedê kiriye."