Abdullah Tel
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
Aliye Baydara felcê lêxistî ku li Agiriyê dijî, mêrê wê Omerê qensêr lêketiye, hêwiya wê Ayşeya astengdar û kurê wê Nazimê ji eqlê şîrîn bûye bi tenê nahêle û ji bo xêra Xwedê li wan xwedî derdikeve.
Ajansa Anadoluyê rewşa malbatê bi nûçeyê anîbû rojevê û xêrxwazên ku ev nûçe dîtin xwe ker nekirin û alîkarî dan Baydar û malbata wê.
Koma ji mamoste û esnafan pêk dihat bi piştevaniya nas û dostan va dest bi kampanyayê kirin û tevlî ekîba Şaxa Agiriyê ya Heyva Sor çûn mala malbatê ya ku li Taxa Fatîhê.
Xêrxwazan bi malbatê ra hevdîtin kir û 3 hezar lire pereyê ku bergîdana kirêya salekê ya xaniyê tê da rûdinên teslîmî wan kirin.
Dildarên Heyva Sor jî bilêtên ku bikaribin pê xwarin û xurekê bikirin û koliyên xwarin û xurekê dan malbatê.