İbrahim Atmaca
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê li tevahiya herêmê ewrayî be, ji danê nîvro heta êvarê bi navber barana gur tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsala salê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê pileyek, li Erdexanê 2, li Agiriyê 4, li Erziromê 7, li Îdirê 8, li Tunceliyê 9, li Erzincanê 11 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 30, li Îdirê 26, li Erzincanê 25, li Agiriyê 20, li Erziromê 19, li Qersê 18 û li Erdexanê 15 pile tê payîn.