Abdullah Tel
18 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2020
Ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê ber bi bajarên mezin û gelek bajarên din heywanên qurbanê tên şandin.
Qers û Erdexan di serî da heywandarên li herêmê ku seranserê salê heywanên qurbanê xwedî kirin niha ji çavê wan li Eyda Qurbanê ye, dixwazin ku heqê keda xwe ya salewextê bi dest bixin.
Heywanên qurbanê piştî kontrolên sihetê li kamyon û TIRan tên barkirin û ber bi Stenbol, Enqere û Bursayê va tên şandin û wê li bazarên mezin ên wan deran bên firotin.
Bi nêzbûna Eyda Qurbanê va li bazarên heywanan ên herêmê çûn û hatin zêde bû û ji herêmê ber bi bajarên mezin va sewqa heywanên qurbanê didome.
- Aşiya hemû heywanên qurbanê hat kirin
Endamê Lijneya Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê, Berpirsê Herêma Rojhilatê Anadoluyê û Serokê Odeya Ziraetê ya Qersê Adem Ertaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di mijara heywandariyê da Qers xwedî gotinê ye û sala par nêzî 200 hezar heywan sewqî bajarên din kir.
Ertaş got ku digel pandemiyê li bazara çûn û hatin zêde ye û wiha pê da çû: "Ji çar bo çar aliyê Tirkiyeyê şandina heywanên qurbanê dewam dike. Li Qersê berî sewqê siheta heywanan tê mêzekirin, aşî tên kirin û paşê ew tên şandin."
Bihayê dewarên qurbanê li gor mezinî û giraniyê di navbera 8 hezar û 18 hezarî da û bihayê pez jî di navbera hezarek û 2 hezar lireyî da diguhere.