Türkan Tosun
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bendê ne ku şilî bibare û birûsk çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê şilî wê bibare û birûskê çêbibe.
Germahiya herêmê wê li gor demsalê be, ji aliyê bakur ra jî ba wê rabe.
Germahiya herî kêm a bi şev li Qersê 6, li Erziromê 7, li Agiriyê 8, li Erdexanê 9, li Tûnceliyê 10, li Erzincanê 11 û li Îdirê jî 14 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 26, li Tûnceliyê 22, li Erzincanê 21, li Agiriyê 19, li Erzirom û Erdexanê 17, li Qersê jî 16 pile be.