Nihat Kavşut
31 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Îlon 2019
Ji bona balê bikişînin ser tebîet û dîroka li Behra Wanê ji rêya antîk ya di bin avê da heta Girava Çarpanakê soberî kirin.
Bi çalakiya ku bi destê Komeleya Aktivîstên Behra Wanê, Şaredariya Tuşbayê û Navenda Perwerdeyê ya Lêgerîn û Xilaskirinê hat lidarxistin tebîethez bi kelek û wesaîtan hatin Nîvgirava Çarpanakê.
Piştî amadehiyan koma ku xozneber jî di nav da bûn ket Behra Wanê û dest bi soberiyê kirin.

Di mesafeya ku qederê kîlomêtroyek e soberî kirin û di ciyên nizim da jî meşiyan û piştî 2 saetan gihîştin giravê.
Salih Akmanê Şaredarê Tuşbayê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir îsal çalakiya duyemîn çêkirin.
Akman destnîşan kir Girava Çarpanakê li Behra Wanê girava herî mezin ya çaremîn e û got ku em dixwazin xewletxaneya li ser giravê di warê turîzmê da bê naskirin.
Serokê Komeleya Aktivîstên Behra Wanê Erdogan Ozel jî diyar kir bi koma tebîethezan ra ku ji 50 kesan pêk tê çalakiya soberiyê li dar xistine û got ku em di rêya antîk ku qederê kîlomêtroyek e ra derbas bûn û em dixwazin balê bikişînin ser tebîet û dîroka li Behra Wanê.