Bestami Bodruk
03 Sibat 2026•Rojanekirin: 03 Sibat 2026
Li Çinara navçeya Diyarbekirê cinazeyê jinika 45 salî ku di 21ê Rêbendanê da ji mala xwe derket û winda bû, hat dîtin.
Nîmet Kiliça diya 2 zarokan di 21ê Rêbendanê da ji mala xwe ya li Taxa Kubacika gundewar derket û êdî xeber jê nehat hildan. Xebatên ku ji bo dîtina Kiliçê dan destpêkirin, îro jî dewam kirin.
Ji AFAD, cendirme, Lêgerîn û Xelaskirina Zanîngeha Dîcleyê (DUAK) û ji hin saziyan personel beşdarî lêgerînê bûn. Xebat li gundewarê taxê, cihên zinar û avî dewam kirin. Dron, teqîba şopê û kûçikên kadavrayê hatin bikaranîn.
Ekîbên Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê ya Cendirme (SAK) jî piştgiriyê dan xebatan.
Di encama xebata ekîban da cinazeyê jinikê 2,5 kîlomêtre dûrî gund, di newalê da hat dîtin.
Nîmet Kiliça ku li Taxa Kubacikê ya Çinarê dijiya, 21ê Rêbendanê saet 05.12ê ji malê derket. Şeymus Kiliç dema ferq kir ku jina wî di nava cî û nivînan da nîne pêşiyê cab da cînarên xwe, paşê jî li Navenda Hewara Acil a 112ê geriyabû.
Ekîb çûbûn herêmê û xebatên lêgerîna jinikê dabûn destpêkirin.