Haydar Şahin
11 Îlon 2020•Rojanekirin: 12 Îlon 2020
Jinên ji Batmanê yên perwerdeya xwe temam kirin û bûn xwedîmeslek di jiyana kar da xwe nîşan didin.
Jinên ji Batmanê yên berê ji br hin sedeman ji jiyana kar dûr disekinîn di van salên dawîn da bi perwerdeyên dibînin va xebatên xwe dimeşînin û bi serfiraziya xwe balê dikişînin.
Li gor daneyên ÎŞKURê di 5 salên dawîn da 10 hezar û 245 jinan dest bi kar kirin û bûn xwedîkar.
Di vê guherînê da sedema herî mezin ew e ku jin girîngiyê didin perwerdeyê, ji sedî 96,33yê zarên qîzîn li dibistanên navîn dixwînin.
- Ji sedî 60î zêdetir kesên ji projeyan îstifade dikin jin in
Besîm Evîzê Midûrê Saziya Kar û Xebatê ya Batmanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo li bajêr îstixdam were zêdekirin qursên meslek û bernameyên perwerdeya destpêkirina kar vedikin, ji sedî 60î zêdetir kesên ji projeyan îstifade dikin jî jin in.
Evîz got bi taybetî di sektora tekstîlê da jin gelekî tên îstixdamkirin û wiha pê da çû: "Jin êdî li ser piyên xwe disekinin. Tevlî pêşketina aboriyê û fînansê dibin tevkariyê didin aboriya malbatê û bajêr. Pêşketina civakê bi tevlîbûna hilberînê ya jin û mêran mimkun e."
Adîle Gurbuza parêzer a nûnera Batmanê ya Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) jî bal kişand ku zarên qîzîn diçin xwendingehan.
Gurbuzê destnîşan kir ku Navenda Pererdeya Gel, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Batmanê, ÎŞKUR û saziyên civaka sivîl bi projeyan tevkariyê didin jinan.
- "Em bi karê xwe û berhemên xwe xeber didin"
Sevda Avciya di saziyeke tekstîlê da karê muhasebeyê dike jî got bi xebatê hem tevkariyê dide malbata xwe hem jî ji xwe ra pere qezenc dike.
Avciyê diyar kir ku piraniya xebatkarên sektora tekstîlê ji jinan pêk tê û wiha pê da çû:
"Li Atolyeya ez lê dixebitim piraniya xebakaran ji jinan pêk tê. Piraniya hevalên me xwendine û xwe pêş xistine. Jinên me yên li Batmanê di her qadê da hebûna xwe nîşan didin. Jin bi xebatê pere qezenc dikin û tevkariyê didin aboriya malbatên xwe. Bira werin jinên me yên li derê bibînin. Em bi karê xwe û berhemên xwe xeber didin."
- "Em êdî di her karî da dixebitin"
Melek Bîlgîna di marketeke neteweyî da şeftiyê dike jî got li saziya wan piraniya xebatkaran ji jinan pêk tê.
Bîlgînê got mêr kiriye dixebite û di heman demê da ji dûr va zanîngehê dixwîne û wiha axivî: "Jin dixebitin li ser piyan desekinin û tevkariyê didin aboriya malbatê û bajêr. Mêr kiribin jî perwerdeya xwe didomînin. Mêrê min, malbata min û saziya min piştgiriyê didin min li ser piyên xwe bisekinim. Wekî jinên ji Batmanê em êdî di her karî da dixebitin.
- "Jinên ji Batmanê girîngiyê didin perwerdeyê"
Tuba Yildiza 6 sal a li navendeke bangê dixebite jî diyar kir ku 4 xuşk û birayekî wê hene.
Bîlgînê got ku malbata wê ew, xuşk û birayên wê dan xwendinê û wiha pê da çû: "Xuşkeke min endezyara nexşeyê ye, yek jî hemşîre ye. Jinên ji Batmanê girîngiyê didin perwerdeyê. Em xwe hewcedarê tu kesî nabînin. Li ser piyên xwe disekinin."