Önder Beyter
14 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê ciwanên xwebexş kostumên "cinawirê Gola Wanê" û "pişîka Wanê" li xwe dikin û piştevaniya xwendekarên ku nagihîjin weşanên EBA TVyê dikin da ku dersên wan rengîntir derbas bibe.
Serekên navenda ciwaniyê û ciwanên xwebexş ji bo xwendekarên ku derfeta wan tune ku beşdarî perwerdeya jidûrva ku li navçeyê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat destpêkirin bibin, dest û mil ba dan û li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Îşbaşiyê ji bo xwendekaran polek verast kirin.
Li vê derê mase sandalye û komputer li gorî rêgezên mesafeya civakî hatin danîn û her wiha ciwanan maske û dezenfektan li xwendekaran belav kirin.
Ciwanan derfet pêk anîn ku xwendekar bikaribin bigihîjin weşanên EBA TVyê û her wiha ciwanan kostumên "cinawirê Gola Wanê" û "pişîka Wanê" li xwe kirin da ku ders ji bo xwendekaran rengîntir derbas bibin.
Piştî çalakiyê, xwebexşan qederek diyarî li xwendekaran belav kirin.
Midûrê Navenda Ciwaniyê Mehmet Arif Taşdemir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan hewil da ku xwedekarên derfeta wan tune bigihîjin weşanên EBA TVyê, bikaribin bigihîjin van weşanan.
Taşdemir bal kişand ku ew ê di pêvajoya perwerdeya jidûrva da li piştevaniya xwendekaran bikin.
Xwendekar Yusuf Sagardik jî diyar kir, ji ber ku komputera wî tune, ew nikare beşdarî weşana EBA TVyê bibe û wiha dewam kir, "Bi saya serekên navenda ciwaniyê û ciwanên xwebexş me dersên xwe şopandin. Diyarî dan me. Min, mirovên ku kostumê cinawirê Gola Wanê û pişîka Wanê li xwe kirin, cara ewil dîtin. Ez hem ders xebitîm û hem jî min şahî kir."