Ali Rıza Akkır,Ali Ballı
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
KAHRAMANMARAŞ (AA) - Sedat Buyukçikrikçiyê 49 salî li Kahramanmaraşê karê paxir dike. Piştî ku li Kahramanmaraşa ku di 6ê Sibatê da erdhej çêbûn hosteyê Buyukçikrikçi di binê kavilan da ma û mir. Di kargeha ku ji hosteyê Buyukçikrikçi jê ra maye da dengê çakûçan dewam dike.
Buyukçikrikçi di erdhejê da li navçeya Onîkîşubatê li avahiya xwe ya di apartmana 5 qatî da bû û ji erdhejê filitî. Mehmet Kuruçayê hosteyê Buyukçikrikçi jî bi malbata xwe va di binê kavilê avahiyê da ma û mir.
Buyukçikrikçi piştî erdhejê demekê kargeh venekir, lê niha hewl dide ku li kargeha 10 mêtreqareyî ya ku ji bavê wî jê ra maye da hewl dide ku ev pîşe neyê jibîrkirin.
Buyukçikrikçi cardin deriyê kargeha xwe ya xesareke kêm hildaye, vekir û ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî di 8 saliya xwe da cem bavê xwe dest bi vî pîşeyî kir.
Buyukçikrikçi bal kişand, bavê wî hosteyê Mehmet Kuruçayê ku wefat kir bû jî û wiha dewam kir, "Mehmet hoste 10 sal beriya min dest bi vî karî kir. Ez li cem bavê xwe bûm, lê li ber destê Mehmet hoste hînî vî pîşeyî bûm."
Buyukçikrikçi daxuyand ku karê paxir bi keda dest û çavan tê kirin û wiha dewam kir, "Me felaketeke mezin derbas kir. Em pê bawer in ku ev rojên dijwar wê derbas bibin. Bawer bin em ji pûrta xwe jinûva vejiyan. Piştî bobelata hat serê me, ne tenê Tirkiyeyê hemû dinyayê destê alîkariyê da me. Em jî hewl didin, kargehên xwe tekûz bikin û li ser lingê xwe bisekinin."
Buyukçikrikçi diyar kir, demeke dirêj kargeha wan girtî ma û her wiha ji berî erdhejê sîparîşên wan hebûn û niha jî ew li ber xwe dikeve ku ew xwe bi sîparîşan ra nagihîne.
Buyukçikrikçi got ku ji ber erdhejê kargehên li dora wî hilweşiyan, a wî jî kêmxesar e û wiha dewam kir:
"Ez hewl didim kargeha xwe tekûz bikim. Ku aboriya Meraşê ranebe ser xwe, em jî nikarin rabin ser xwe. Em Meraşî ne, em ji vir naçin tu cihî. Vî memleketî gelek xetere derbas kirin. Em 4 hoste bûn yên ev kar dikirin. Di erdhejê da me yek ji dest da."
Buyukçikrikçi bal kişand, ew zehf li ber xwe dikeve ku hosteyê wî mir û wiha dewam kir, "Xwedê rehma xwe li hosteyê me bike. Em ê hewl bidin hunera wî, tiştên wî hînî me kirin bidomînin. Em li ser destê wî hatin derketin van rojan. Kuleke pir mezin e."