Sidar Can Eren
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê nêrgiz û pîvokên ku bi hatina biharê re bişkivîn, reng dan siruştê.
Li navçeya ku di navbera çiyayên Munzur û Mercanê de li ser raqimeke bi qasî 1500î hatiye avakirin, bi helîna berfê re siruşt bi xwe ve hat.
Li nav erdên çandiniyê yên gundên Çakmakli, Guneykonak, Ziyaret, Konaklar û Paşaduzu yên li ser navçeyê jî pîvok û nêrgiz bişkivîn.
Lûtkeyên çiyayên bi berfê nixumandî bi kulîlkên bi rengên zer, şirikî û sipî xemilîn.
Xweciyên deverê li siruştê geriyan û di nava kulîlkan de fotograf girtin.